Koçberekî Kurd 3 roj in li Bulgaristanê winda ye

Koçberekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê 3 roj in li Bulgaristanê winda ye.
22.08.2023, Sal - 09:48
Koçberekî Kurd 3 roj in li Bulgaristanê winda ye
Nuçe Belav bike

Ciwanê bi navê Ebû Zêd Mihemed Mesûm ê 25 salî 8ê Tebaxê ji Ezazê çûbû Stenbolê.

Ji Stenbolê jî xwest ku bi rêya qaçaxçiyan here Bulgaristanê û ji wir jî xwe bigihîne Almanyayê.

Li gorî malbata Ebû Zêd, piştî ku kurê wan 3 rojan li daristanên Bilgaristanê maye ji hevalên xwe veqetiyaye û ev 3 roj in ku wenda ye.

Birayê Ebû Zêd ji ajansa Rûdawê re got birayê wî berî ku ji hevalên xwe veqete bi jehrê ketibû.

Wî ji hevalên xwe re gotibû ku dê xwe radestî polîsan bike lê ev 3 roj in wenda ye.

Ji wê rojê şûn de ti kes li ser wî tiştekî nizane.

Malbata wî bi rêya Rûdawê dixwaze, her kesê ku tiştekî li ser kurê wan zanibe bila wan agahdar bike.

Ebû Zêd Mihemed Mesûm ê 25 salî ji bajarê Qamişloyê ye.

Ciwanê Qamişloyî Ebû Zêd Mihemed Mesûm, bavê zarokekî ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:30