Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Nêzîkî 80 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di ava Yûnanistanê de asê mabûn.
27.08.2022, Cts - 06:14
Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Nêzîkî 80 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di ava Yûnanistanê de asê mabûn, hatin rizgarkirin û bi keştiyeke barhilgir bo bejahiyê tên veguhestin.

Rojnamevan Piştîwan Caf ji Kurdistan24ê re ragihand, keştiyeke mezin a barhilgir, koçberên Kurd rizgar kir û ber bi bendera herî nêzîk a Yûnanistanê têne veguhestin.

Piştîwan Caf eşkere kir: “Di nav koçberan de zarok û jin jî hene û rewşa tendirustiya wan baş e û hemû bi silamet in.”

Ji du rojan ve nêzîkî 80 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di ava Yûnanistanê de asê mabûn û metirsî li ser jiyana wan dirust bûbû.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:04