Li Bruksela paytexta Belçîkayê di dema dengdanê de di navbera çavdêrên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk (YSP) û Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketiye û li hev dane, di encamê de 2 kes birîndar bûne.
Li gor agahiyan, roja Sêşemê 23ê Gulanê bi dema Ewropayê di demjimêr 21:00an de li devera Expo ya Brukselê, li ser sindoqên dengdanê yên gera dûyem a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê, di navbera çavdêrên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk YSPê û çavdêrên Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketine.
Hatiye ragihandin, her du aliyên ku rageşî di navbera wan de çêbûye, li hev dane û di encamê de 2 dengder birîndar bûne.
Tê gotin, li ser wê yekê polîs hatine cihê bûyerê, her dû grup ji hev cuda kirine, birîndar veguhestine nexweşxaneyê û ketina avahiya ku dengdan lê dihat kirin jî rawestandine.
Dengdana gera dûyem a serokkomariya Tirkiyê, ku roja Yekşemê 28ê Gulanê li nav Tirkiyê tê kirin, roja Şemiyê 20ê Gulanê dengdana li derveyî wî welatî destpê kir û îro 24ê Gulanê bidawî dibe.
Lê li deriyên sînor û firokexaneyan heta demjimêr 17:00ê roja Yekşemê 28ê Gulanê dengdan berdewam dibe.