Li Cinêvê gera 4emîn a danûstandin berdewam e .

Li bajarê Cinêvê yê Swîsê hevdîtinên Sûriyê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî (NY) gera 4emîn a hevdîtinan hate lidarxistin û civîn bi hevdîtinên du alî dest pê kir.
23.02.2017, Per - 16:02
 Li Cinêvê gera 4emîn a danûstandin berdewam e .
Nuçe Belav bike

Li bajarê Cinêvê yê Swîsê hevdîtinên Sûriyê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî (NY) gera 4emîn a hevdîtinan hate lidarxistin û civîn bi hevdîtinên du alî dest pê kir.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura bi şanda hikûmeta Sûriyê re û bi şanda dijbereyan re di avahiya NYê de, li cihên cuda civîn pêk anîne.

De Mistura cara ewil bi şanda serokatiya Nûnerê Sûriyê yê li NYê Beşar Ceiferî re hatiye ba hev. Ev civîn nêzî nîv saetî berdewam kiriye. Piştre Nûnerê NYê de Mistura bi şanda dijbereyê re civînek pêk aniye. Li ser navê komên dijbereyê serokê şandê Nasir Herîrî, Cîgirê Serokê Komîteya Bilind a Muzakereyan Yehya Qedemanî û Serokê Tîma Danûstankar Muhemed Sebra beşdar bûn.

Hevdîtinên fermî yên gera 4emîn ên Cinêvê, îro piştî nîvroyê dest pê kir.

Tê payîn ku ji bo rûniştina destpêkê, tevî şandên dijbere û hikûmeta Sûriyê, Koma Piştgiriyê ya Navdewletî ku nûnerên welatên weke Rûsya, Tirkiye, Îran û Amerîka jî têde ne, beşdarî hevdîtinan bibin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê Michael Ratney dê nûnertiya Amerîkayê û Nûnerê Dayimî yê Cinêvê yê li NYê Aleksey Borodavkin jî nûnertiya Rûsyayê bike.Herwiha tê payîn ku Rêvebirê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Sergey Vershinin jî tevli hevdîtinên Cinêvê bibe.

De Mistura di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku çarçoveya hevdîtinan, li gor biryara 2254 a Encumena Asayişa Navdewletî ye. Biryara navborî wê yekê tekez dike, piştî ku dijbere û hikûmeta Sûriyê muzakereyan bi encam bikin, pêwîst e, rêveberiyeke veguhêz bê damezrandin. Ev rêveberî jî divê heta 12 mehan destûrekê amade bikin û welatiyan bibin hilbijartineke dadmend.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1912 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:12