Liz Truss bû Serokwezîra nû ya Brîtanyayê

Liz Truss di hilbijartina serokatiya Partiya Parêzgaran de 81 hezar 326 deng bi dest xistin û hem bû Seroka Partiya Parêzgaran, hem jî Serokwezîra Brîtanyayê
05.09.2022, Pts - 12:08
Liz Truss bû Serokwezîra nû ya Brîtanyayê
Nuçe Belav bike

Liz Truss di hilbijartina serokatiya Partiya Parêzgaran de 81 hezar 326 deng bi dest xistin û hem bû Seroka Partiya Parêzgaran, hem jî Serokwezîra Brîtanyayê.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss a 47 salî, di dema 12 dîbeytên bangeşeya serokwezîrtiyê de soz dabû ku wê têçûya jiyanê û baca li ser xelkê kêm bike, li ser şandina çekan ji bo Ukraynayê berdewam be û li dijî koçberên neyasayî raweste û wan bişîne Rwandayê û çend welatên din.

Berbijêra Serokê Partiya Parêzgaran Liz Truss gotibû, “Çareseriya pirsgirêka belemên biçûk ên Tengava Îngilîz. Min piştgiriya pirsa Rwandayê kir. Divê hejmara welatan zêde bikin. Lê ez teqez dikim ku yasayî were kirin da ku Dadgeha Ewropayê nikaribe biryaran derbarê me de werbigire, her wiha em biryaran di siyaseta xwe de derbarê sînorên xwe bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:33