Macron Bo Trump: Pêwîst e êrişa Tirkiyê bê rawestandin

Serokê Fransayê daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir di zutirîn dem de êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bie sekinandin.
12.10.2019, Cts - 08:15
Macron Bo Trump: Pêwîst e êrişa Tirkiyê bê rawestandin
Nuçe Belav bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, di peywendiyeke telefonî de li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump de amaje bi rêlibergirtina derketina DAIŞê li navçeyê û piştevaniya HSDê kir ku bi gotina wî, ‘Mil bi milê hêzên wan li dijî terorîstan şer kirine.’

Li gor daxuyaniya Koşka Serokatiya Fransayê, Macron di wê peywendiya telefonî de ragihand, “Pêwîst e di zutirîn dem de êrişa Tirkiyê bê rawestandin. Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Fransa û Amerîkayê derbarê vê pirsê de dê di rojên pêş de di nav hemahengiyeke zêdetir de bin.

Ji roja Çarşema derbasbûyî ve, Tirkiye êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin û ji ber wê êrişê heta niha hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî û li gor Netewên Yekgirtî nêzikî 100 hezar kes koçber bûne.

Êrişa Tirkiyê du roj piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê ji çend xalên sînorî li Rojavayê Kurdistanê hat ku ev yek jî weke vêxistina gulopa kesk ji aliyê Amerîkayê ve bo destpêkirina êrişa Tirkiyê hat dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:59