Macron: Divê em xwe ji bo senaryoya herî xirab amade bikin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir, divê ew xwe ji bo payîzeke sar û dijwar (bêyî gaza Rûsyayê) amade bikin.
15.07.2022, Cum - 06:42
Macron: Divê em xwe ji bo senaryoya herî xirab amade bikin
Nuçe Belav bike

Emmanuel Macron ragihand, Rûsya gaz û xurekê weke çekek bi kar tîne û got: “Divê em hemû bi hev re li rojava, xwe ji bo senaryoya herî xirab amade bikin.”

Macron eşkere kir: “Rûsya enerjî û xurekê weke çekek bi kar tîne, ez di wê baweriyê de me ku em hemû bi hev re xwe ji bo senaryoya nemana gaza Rûsyayê amade bikin, ev senaryo rastî ye.”

Herwiha got: “Ez ji hikûmet û îdareyan daxwaz dikim di vê Havînê de planek amade bikin, da ku di payîz û zivistanê de bikaranîna gazê kêm bikin.”

Serokê Fransayê diyar kir: “Li gor vê planê, em ji hemû welatiyan daxwaz dikin, bizanin ku çawa gaz û elektrîkê kêmtir bi kar bînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 855 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:15