Macron: Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd e

Piştî hevdîtina Serokê Fransa Emmanûel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê herdu serokan ve daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.
02.12.2017, Cts - 12:34
Macron:  Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd e
Nuçe Belav bike

Serokê Serokê Fransayê Emmanuel Macron got pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîna çapemeniyê lidar xistin.

Emmanuel Macron got ew ji ber serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî a Fransayê ew spasiya wan dike û diyar kir ku di navbera gelê Kurd û Fransayê de dostaniyeke dîrokî heye û Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd bûye.

Macron di berdevama daxuyaniyê de dibêje; Fransa herdem yekîtiya axa Iraqê diparêze û di vî çarçoveyê de ji Iraqê dixwaze ku li hemberî mafên gellê Kurd rêz bigire.

Her wiha Macron ji Hikûmeta Iraqê dixwaze ku xala destûrê ya 140. ku di derbarê herêmên nakokde ye, bête bicihanîn û dibêje; wek Ebadî jî bilêvkiribû divê ew milîsên ku li herêmên nakok hatine bicihkirin demildest wan herêman biterikînin.

Aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya serokê Fransayê kir ji bo dawetkirina wî bo Qesra Fransayê û hewldanên wî bo alîkariya herêma Kurdistanê û Iraqê. Barzanî weha dewam kir:

“Me li ser gelek mijaran giftûgoyan kir.Fransa dikare roleka sereke bo arîşeyên navbera me Bexda de bileyîze.Em amade ne di çarçoveya destûra Iraqê de dest bi dayîn û sitendinan bikin.Em li ser 3 an 4 xalan rawestiyan. Em amade ne di çarçoveya qanûna Iraqê de hemû arîşeyên xwe helbikin. Em rêz li biryara dageha federalî ya Iraqê re digrin. Niha pirs eve bê gelo wê seqamgirî li Iraqê hebe an na?”

Pirtirîn agahî tên...

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:54