Mark Rutte di afatinekî xwe da ku di ajansa K24ê re pêkanîye got, her çend e destnîşankirina kesekî ji bo postê serokwezîriyê girêdayî hilbijartinên îsal e, lê ew hêvî dike ku Dîlan Yeşilgoz bibe Serokwezîra nû ya Holandayê.
Mark Rutte got, Dîlan ji partiya wî ye û ji bo vê postê namzeda herî baş e, lê divê ew li benda hilbijartinan bimînin ji ber ku hilbijartin pêşbirkeke azadî ye û hemû namzed hewla serkeftinê didin.
Biryar e hilbijartinên Hollandayê di meha Mijdara 2023an de bên kirin.
Dilan Yeşilgoz-Zegerius Kurdeke Bakurê Kurdistanê ye ku niha Wezîra Dad û Asayişa Hollandayê ye û namzeda posta Serokwezîriya bê ye.
Dîlan Yeşilgoz sala par serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.
Dîlan Yeşilgoz sala 1977 li Enqerê jidayik bûye, siyasetmedareke Hollandî ye ku bi eslê xwe Kurd e û malbata wê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye. bavê wê Yucel Yeşîlgoz e ku beriya derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980î, berpirsyarê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bû.
Yûcel Yeşilgoz di sala 1980 de piştî derbeyê ji Tirkiyê reviya û li Hollandayê mafê penaberiyê xwest. Dîlan Yeşîlgoz tevî dayîk û xwişka xwe jî di sala 1984an de koçî Hollandayê kirin.