Medyaya Holandayê: Egereke mezin heye Kurdek bibe Serokwezîra Holandayê

Îro di medyaya Holandayê de hatiye ragihandin ku niha pênc namzedên sereke ji partiya Mark Rutte xwe namzed kirine û egera wê yekê heye Dîlan Yeşîlgoz ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, bibe Serokwezîra Holandayê.
12.07.2023, Çar - 05:47
Medyaya Holandayê: Egereke mezin heye Kurdek bibe Serokwezîra Holandayê
Nuçe Belav bike

Îro di medyaya Holandayê de hatiye ragihandin ku niha pênc namzedên sereke ji partiya Mark Rutte xwe namzed kirine û egera wê yekê heye Dîlan Yeşîlgoz ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, bibe Serokwezîra Holandayê.

Li gor medyaya Holandayê, Dîlan Yeşîlgoz ji bo Serokwezîriya Holandayê xwe kiriye namzed û egera wê yekê heye ku bibe Serokwezîra Holandayê, Yeşîlgoz niha Wezîra Dad û Asayişa Holandayê ye.

Namzeda duyem, Jeanine Hennis-Plasschaert e, ku niha Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ye, namzedeke bihêz e ji bo wergirtina postê Serokwezîriya Holandayê.

Namzedê sêyem Klaas Dijkhoff yê 42 salî ye, ku pêştir di kabîneya Mark Rutte de Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Penaberan bû.

Hat ragihandin ku namzedên çarem û pêncem jî Edith Scheepers û Sophie Hermans e.

Dîlan Yeşîlgoz xelkê bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1984an de ligel malbata xwe koçî Holandayê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:27