Mesrûr Barzanî ligel Seroka Şaredariya Parîsê Hidalgo civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Fransayê de ligel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.
17.02.2023, Cum - 05:42
Mesrûr Barzanî ligel Seroka Şaredariya Parîsê Hidalgo civiya
Nuçe Belav bike

Duh Pêncşemê 16ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Serokatiya Şaredariya Parîsê kir û ji aliyê Serokê Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ve hat pêşwazîkirin.

Seroka Şaredariya Parîsê kêfxweşiiya xwe bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da û diyar kir, pêgeheke taybet a Kurdistanê di dilê Fransiyan de heye û behsa serdanên xwe yên bo Herêma Kurdistanê kir û amadebûna xwe ji bo encamdana kar û projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêzanîna xelkê Kurdistanê ji bo piştevaniya berdewam a gelê Fransayê dûpat kir û spasiya Şaredariya Parîsê jî kir ji bo wan hevkariyan ku wek destexwişkek pêşkêşî bajarê Hewlêrê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 404 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:01:57