Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron li Parîsê civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee ya Parîsê hevdîtinek pêk anîn.
17.02.2023, Cum - 05:33
Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron li Parîsê civiyan
Nuçe Belav bike

Mesrûr Barzanî piştî peywendiyên xwe yên li Îmaratê, îro Pêncşemê tevî şanda xwe çû paytexta Fransayê, Parîsê.

Di hevdîtina Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron de pêşxistina peywendiyên aborî yên Hewlêr û Parîsê û her wiha mijarên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser hevdîtinê got, “Em bi hev re bûne alîkar ku cîhanê ji DAIŞê biparêzin. Niha em peywediyên bazirganî û veberhênanê ava dikin da ku gelên xwe biparêzin.”

Serokwezîr Barzanî, Fransa wek hevpeymaeke xwedî nêrîneke hevbeş di warê bihêzkirina asayîşa navçe û Ewropayê de bi nav kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 886 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:23