Nadim Zehawî dest bi kampîna hilbijartina bo Serokwezîrê Brîtanyayê kir

Wezîrê Brîtanayayê yê Kurd Nazim Zehawî, dest bi kampîna hilbijartinê ya ji bo bidestxistina postê Serokwezîrê Brîtanyayê kir.
12.07.2022, Sal - 13:42
Nadim Zehawî dest bi kampîna hilbijartina bo Serokwezîrê Brîtanyayê kir
Nuçe Belav bike

Piştî ku Wezîrê Darayî Rishî Sunak wek nîşandana nerazîbûnê li hember Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, dest ji kar vekişand, Nazim Zehawî roja 6ê Tîrmehê ji bo wê postê hatibû destnîşankirin.

Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson jî hefteya borî destberdana xwe ji serokatiya Partiya Parêzgaran pêşkêş kiribû.

Piştre Nazim Zahawî, namzediya xwe ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran ragihand, ji bo şûna Boris Johnson postê serokatiya hikûmeta nû werbigire.

Zehawî îro Sêşemê kurtevîdyoyek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de behsa qonaxên karkirin û serkeftinên xwe li wî welatî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:49:40