Nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY gihişt Nêçîrvan Barzanî

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê guhartinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Gutters nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re birê kir û tê de tekezî li ser destpêkirina guftûgoyê û parastina aramiyê kir.
05.01.2018, Cum - 14:59
Nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY gihişt Nêçîrvan Barzanî
Nuçe Belav bike

Gutters di nameya xwe de tekez dike, divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî aştiyane, di riya danûstandineke siyasî û li ser binemaya destûra Iraqê bê çareserkirin û dibêje: “Her du aliyan han didim gavên pêwîst bigirine be, ji bo amadekirina zemîneyeke libar, ji bo bikarin tê de danûstandineke rastî encam bidin.”

Di nameya ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê NY xweşhaliya nîşan dide, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê di çendîn bone de amadehiyên xwe ji bo destpêkirina danûstandinan derbirîn.”

Herwiha gutters nivîsiye: “Divê rê neye dayîn aramiya ku heye têk biçe, ji bo bihêzkirina berjewendiya niştimanî û bihêzkirina aramiyê li navçeyeke guhêrbar û rûbirûbûna gefên ku hîna DAIŞ dirust dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:18