Nasnameyên Kurdên ku di êrîşa Parîsê de canê xwe ji dest dane eşkere bûn

Nasnameyên Kurdên ku di êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de canê xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.
24.12.2022, Cts - 08:16
Nasnameyên Kurdên ku di êrîşa Parîsê de canê xwe ji dest dane eşkere bûn
Nuçe Belav bike

Li navenda Parîs a paytexta Fransayê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku bi dest ketine nasnameyên Kurdên ku di êrîşa Parîsê de canê xwe ji dest dane wiha ye, “Hunermend Mîr Perwer ê ji navçeya Gimgim a Mûşê, Emîne Kara ji navçeya Qileban a Şirnexê û Evdirehman Kizil.”

Şahidê bûyerê nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ê ku beşdarî bultena Rûdawê bibû û li ser êrîşê got, “Êrîş 5 xulekan dewam kiriye, 8 kes birîndar bibûn lê 3 ji wan şehîd ketin ku hemû jî Kurd in.”

Îbrahîm Seydo Aydogan li ser nasnameya kesên ku canê xwe ji dest dane anî ziman, “Kesên ku canê xwe ji dest dane, çalakvanên doza Kurdî ne û hunermend in, kesên sivîl ên civaka Kurdî ne. Em navên 2 kesan bi teqezî dizanin ku yek ji wan navê wê Evîn e, yek jî hunermend Mîr Perwer e. Hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne. Li ser birîndaran zanyariyeke zelal nîne lê bi qasî ku polîsên Fransî dan zanîn, rewşa wan ne pir xirab e ku her 3 jî mêr in. Kesên ku canê xwe ji dest dane 1 jin e û 2 zilam in.”

Piştî êrîşa ku li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hate kirin rayedarên Kurdistanê û welatên cîhanê êrîş şermezar kirin û daxwaza zelalkirina bûyerê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 891 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:36