Nêçîrvan Barzanî bang li Almanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Berlînê di berdewamiya civînên xwe yên ligel rayedarên Almanyayê de, bi Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener re civiya. Di civînê de pêwendiyên Hewlêr-Berlînê û Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
26.06.2023, Pts - 11:15
Nêçîrvan Barzanî bang li Almanyayê kir
Nuçe Belav bike

Îro 26ê Hezîrana 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener re civiya.

Nûçegihana Rûdawê ya li Almanyayê, Ala Şalî ragihand, Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindener di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê yên bi Berlînê re, rewşa Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Nêçîrvan Barzanî di civînê de kêfxweşiya xwe li hember asta pêwendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û behsa encamên erênî yên serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Berlînê kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha “daxwaz ji Almanyayê kir ku di piştgiriya Iraqê û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina aramî, istiqrar û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê de berdewam be.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, “di hevdîtinê de Tobias Lindener tekezî li ser wê yekê kiriye ku Almanya amade ye alîkarî û piştgiriya Iraqê û Herêma Kurdistanê di her demekê û her warekî pêwîst de bike.”

Wezîrê Alman herwiha destnîşan kiriye ku erkê hêzên Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de dê berdewam be.

Her du aliyan di wê hevdîtinê de, behsa “rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, mijara hilbiajrtinan û geşedanên herî dawî yên li navçeyê” jî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha îro bi Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Sevinia Schultz re jî hevdîtin pêk anî.

Di wê hevdîtinê de behsa “pêşxistina pêwendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, hevkariyên hevbeş di navbera her du welatan de di warên cuda de, rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî û koçberên li Herêma Kurdistanê û herwiha metirsiyên guherîna avhewayê li ser Iraqê” hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî bi serdanekê li Almanyayê ye û dê êvara îro bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 640 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:30