Nivîskarê Avustralyayî: Tiştên bo Filîstînê dixwazin ji bo Kurdistanê naxwazin

Nivîskarê rojnameya The Australian Shlomo Avineri nivîseke bi sernavê "Divê welatên Rojavayî li hemberî daxwaza dewletbûnê ya Kurdan bêdengiya xw eya rûreş bi dawî bike" nivisî û di warê daxwaz û mafê dewletbûnê de Herêma Kurdistanê û Filîstînê berawird kir.
31.10.2017, Sal - 11:13
Nivîskarê Avustralyayî: Tiştên bo Filîstînê dixwazin ji bo Kurdistanê naxwazin
Nuçe Belav bike

Nivîskarê rojnameya Avustiralyayî Shlomo Avineri diyar kir ku divê welatên Rojava li hemberî daxwaza dewletbûnê ya Kurdan bêdengiya xwe ya rûreş bi dawî bîne û got, "Ew ji bo Filîstînê mafê dewletbûnê dixwazin lê li hemberî daxwaza kurdan bi awayekî rûreş û ecêb bêdeng dimînin."

Nivîskarê rojnameya The Australian Shlomo Avineri nivîseke bi sernavê "Divê welatên Rojavayî li hemberî daxwaza dewletbûnê ya Kurdan bêdengiya xw eya rûreş bi dawî bike" nivisî û di warê daxwaz û mafê dewletbûnê de Herêma Kurdistanê û Filîstînê berawird kir.

Avineri di nivîsa xwe de got, "Argumana ji bo dewletbûna Filîstînê bi îdiayeke exlaqî ya li ser bingeha tayînkirina qedera xwe ya neteweyî ve tê girêdan. Lê gava mijar hat ser mîsogerkirina heman mafê kurdan, welatên Rojavayî bi awayekî rûreş û ecêb bêdeng man. Demokrasiyên welatên Rojavayî piştgirî neda referandûma dawiya meha Îlonê ya li Herêma Kurdistanê û li hemberî gefên Iraq û Tikiye yên li dijî Herêma Kurdistanê tiştek negotin."

Nivîksarê Avustralyayî di berdewama nivîsa xwe de rexne li Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê girt û got, "Rayedarên YE û Amerîkayê her tim bi awayekî realpolîtîk li dijî serxwebûna Kurdistanê derketin. Dibêjin divê yekrêziya axa Iraqê were parastin û serxwebûna Kurdistanê ji ber Kurdên li Tirkiye û Îranê dibe ku aramiya van welatan xera bike."

Shlomo Avineri di gotara xwe de ev yek wekî durûtiya welatên Rojavayî li hemberî kurdan bi nav kir û got, "Fişarên hovane yên li ser kurdan bi tevahî tên paşguhkirin. Di serdema Seddam Husên de li Iraqê rastî êrîşên kîmyewî hatin û li Tirkiyeyê jî artêşê bi sedan gundên Kurdan xera kirin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:43:05