Papa: Ez ji ber biryara Ayasofyayê gelek diêşim

Biryara guhertina statûya Hagia Sofia ku Tirk jê re dibêjin Ayasofya, niha babeta serekî û germ ya rojeva Tirkiyê û gelek welatên dinyayê ye jî.
12.07.2020, Paz - 20:21
Papa: Ez ji ber biryara Ayasofyayê gelek diêşim
Nuçe Belav bike

Rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco ragihand, ew ji ber ku hikûmeta Tirkiyê muzeya Ayasofya kir mizgeft, gelekî gelekî pê diêşe.

Biryara guhertina statûya Hagia Sofia ku Tirk jê re dibêjin Ayasofya, niha babeta serekî û germ ya rojeva Tirkiyê û gelek welatên dinyayê ye jî.

Rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco jî piştî ku Dadgeha Bilind a Tirkiyê, biryareke ku pêştir derbarê Ayasofyayê de hatibû wergirtin, hilweşand û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ew mekanê dîrokî bi Diyanetê ve girî da, nerazîbûna xwe nîşan da û anî ziman ku ew yek cihê xemgîniyê ye.

Papa Francesco dibêje ku dema ew Ayasofyayê tîne bîra xwe gelekî pê diêşe ku statûya wê hate guhertin.

Serokomarê Tirkiyê, ferman daye ku muzexaneya Ayasofyayê bibe mizgeft û 24ê Tîrmehê jî bo îbadetê vebe.

Dêra Ayasofyayê di navbera salên 532 -537an de hate çêkirin. Ayasofya ji aliyê Qiralê Bîzansê I. Justinianus ve hatiye çêkirin. Navê xwe ji Azîze Sofyayê vergirtiye û 916 salan weke dêr maye.

Sala 1543ê Osmaniyan Ayasofya kire mizgeft û sala 1934an bû Muzexane. Ayasofya heman demê şûnekî geştiyarî ya Setanbulê bû.

Salane nêzîkî 25 milyon kes seredana Ayasofyayê dikin. Heta niha gellek caran mijara Ayasofyayê li Tirkiyê hatiye rojevê.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 755 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:29