Papayê berê Benedict koça dawî kir

Papayê berê Benedict XVI, di temenê xwe yê 95 salî de, nêzîkî deh salan piştî ku ji ber rewşa tendirustiyê dev ji kar berda, li rûniştgeha xwe ya Vatîkanê koça dawî kir.
31.12.2022, Cts - 12:32
Papayê berê Benedict koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Vatîkanê derbarê mirna papayê berê Benedict de daxuyaniyek belav kir.

Vatîkan di daxuyaniyê de wiha ragihand “Bi xemgînî ez we radigihînim ku Papayê Emerîtus Benedict XVI îro saet di 09:34 de li Manastira Mater Ecclesiae ya Vatîkanê koça dawî kir. Zêdetir agahdarî dê di zûtirîn dem de bêne dayîn.”

Herwiha hat diyar kir “Ji sibeha Duşemê, 2 Çile 2023, cesedê Papa Emeritus dê li Basilica Saint Peter be da ku bawermend karibin xatir jê bixwazin."

Roja Çarşemê, Papa Francis li Vatîkanê di axavtina xwe ya dawî ya salê de bang kiribû ku "duayek taybet ji Papa Emeritus Benedict re bikin ji ber ku pir nexweş e."

Joseph Ratzinger (Papa Emeritus Benedict) di 16ê Nîsana 1927an de li Bavyeryaya Almanyayê ji dayik bû.

Benedict, di sala 2005an de 78 saliya xwe de dema ku wek papa hat hilbijartin bû papayê herî bi temen ku ku heta niha hatine hilbijartin.

Wî kêmî heşt salan rêberiya Dêra Katolîk kir û di 2013an de dest ji kar kişand, ji Papa Gregory XII (sala 1415) vir ve ew bû yekem Papa ku dest ji kar dikşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:19:20