Papayê Vatîkanê şewitandina Qur'ana pîroz şermezar dike

Papayê Vatîkanê Papa Francis li ser bûyera şewitandina Qur'ana pîroz ya li Swêdê ragihand, “Rêdayîna şewitandina Qur'anê nayê qebûlkirin û cihê şermezariyê ye”.
03.07.2023, Pts - 09:07
Papayê Vatîkanê şewitandina Qur'ana pîroz şermezar dike
Nuçe Belav bike

Papayê Vatîkanê Papa Francis ji rojnameya Îmaratî “El-Ittihad” re got: “Rêdayîna şewitandina Qur'anê nayê qebûlkirin û cihê şermezariyê ye”. Her wiha tekez kir: “Azadiya derbirînê, nabe hincet ji bo acizkirina kesên din.”

Papa Francis got jî: “Ez ji van reftaran hêrs û bêzar dibim, divê rêz li her pirtûke pîroz were girtin.”

Bal kişande ser wê yekê ku “Erkê me ew e ku em hestê olî veguherînin hevkarî, biratî û karên baş ên berçav.” Tekez kir jî “pêşeroja hevkariya olan li ser bingehê hevgirtin, rêzgirtina kesên din û rastiyê ye.”

Papayê Vatîkanê her wiha got: “Îro pêwîstiya me bi avakerên aştiyê, ne bi çêkerên çekan heye. Pêwîstiya me bi avakerên aştiyê, ne handana pevçûnan heye. Pêwîstiya me bi agirkujan, ne agirberan heye. Pêwîstiya me bi mizgînvanên lihevhatinê, ne bi yên gefa wêrankirinê dixwin heye. Yan şaristaniya biratiyê, yan jî dijminatiya paşverû. Yan em ê bi hev re paşerojê ava bikin, yan jî dê paşeroj tune be.”

Di 28ê Hezîrana 2023an de, ku hevdem bû bi yekem roja Cejna Qurbanê re, penaberekî Iraqî yê li Swêdê yê bi navê Salwan Momîka çapeke Qurana Pîroz li ber Mizgefta Mezin a Stockholmê şewitandin. Ev kiryar jî bû sedema bertekên navxweyî û navdewletî û û hin Swêdî jî li dijî wê derketin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 598 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:06