Parlamentoya Ewropayê têkiliyên xwe yên bi rayedarên Îranê re rawestand

Parlamentoya Ewropayê (YE) têkiliyên xwe yên bi Îranê re rawestan û bang li Îranê kir ku cezayên darvekirinê yên li ser xwepêşanderên girtî yên li Îranê demildest rawestînin.
22.11.2022, Sal - 06:52
Parlamentoya Ewropayê têkiliyên xwe yên bi rayedarên Îranê re rawestand
Nuçe Belav bike

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola rûniştina giştî ya 21 Mijdarê li Strasboûrgê gotarek pêşkêş kir û tê de bang li Îran û Tirkiyê kir.

Roberta Metsola bang li rayedarên Îranê kir ku cezayên darvekirinê yên li ser xwepêşandanên girtî yên li Îranê ji niha û pî ve rawestînin.

Metsola sizayên nû yên Yekîtiya Ewropayê bi erênî pêşwazî kir û diyar kir ku “li hember sepandina cezayên Îranê yên li ser parlamenterên PEyê, heta daxuyaniyeke din rasterast di navbera Parlamentoyê û hevtayên wê yên fermî yên Îranê de têkilî çênabin.”

Li aliyê din Seroka Parlementoya Ewropayê Metsola diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojava bûne sedema xwînrijandina zêdetir û ji Tirkiyeyê xwest ku rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire.

Metsola got "Em bang li rayedarên Tirk dikin ku bi hûrgulî tevbigerin û rêzê li qanûn û pîvanên navneteweyî bigirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:54