Parlamentoya Swêdê pêşnûmeya yasaya dijî terorê pesend kir

arlamentoya Swêdê roja Çarşemê yasayeke nû ya taybet bi rûbirûbûna terorê pejirand ku çalakiyên komên tundrew qedexe dike û qanûnên xwe yên terorê xurt dike. Ev jî merceke pêşwext a Tirkiyê ye ji bo endametiya Stockholmê di NATOyê de qebûl bike.
04.05.2023, Per - 08:20
Parlamentoya Swêdê pêşnûmeya yasaya dijî terorê pesend kir
Nuçe Belav bike

Li ser daxwaza Tirkiyê ya ji Swêdê ji bo girtina tedbîrên tundtir di warê têkoşîna li dijî terorê de, wek mercekê ji bo qebûlkirina endametiya Swêdê di NATOyê de, Parlamentoya Swêdê proseyasayeke nû ji bo rûbirûbûna dijî terorê pejirand.

Yasaya ku “endametiya di nava rêxistineke terorê de” qedexe dike, dê 1'ê Hezîranê bikeve warê cibicîkirinê.

Di yasayê de, ji bo endamên rêxistinên terorê û kesên bi rêxistinên terorê re hevrêziyê dikin, heta 4 sal cezayê girtîgehê tê pêşniyarkirin.

Li gorî yasayê kesên ku bi qestî beşdarî çalakiyên terorê dibin, piştgirî, xurtkirin an handana rêxistina terorê dikin, herî zêde bi 4 sal cezayê girtîgehê tê cezakirin.

Eger şert û mercên giran hebin, ev ceza herî kêm du sal û herî zêde jî heşt sal têne zêdekirin.

Di dema ku Fînlanda di meha Nîsana borî de tevlî NATOyê bû, Tirkiye hîna jî red dike ku ronahiya kesk bide Swêdê û wê tometbar dike ku ew penageha “terorîstan” e û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dihewîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 524 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:57