Parlementerê Brîtanî: Hemû cîhan deyndarê Serok Barzanî ye

Endamê Kurd ya parlementoya Brîtanyayê Nedîm Zehawî got, "hemû cîhan deyndarê Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî ye."
30.10.2017, Pts - 08:30
Parlementerê Brîtanî: Hemû cîhan deyndarê Serok Barzanî ye
Nuçe Belav bike

Nedîm Zehawî li ser tevna civakî hesaba xwe ya “Twitter” nivîsiye, “Hemû cîhan gelekî deyndarê Serok Barzanî ye. Ew serokê ku serkirdayetiya Pêşmergeyên qehreman di şerê DAIŞ'ê de kiriye.” Zehawî dibêje jî: Spas Barzanî

Helwesta wî parlemanterê Kurd yê di parlemantoya Brîtanyayê di demekê de ye, Serok Barzanî di nameyekê de ku ji parlemantoya Kurdistanê şandibû, ragihandibû, ew naxwaze dema serokatiyê ji wî re bê dirêjkirin û daxwaz ji parlemantoyê kir, desthilatên wî li dezgehên giştî yên Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1070 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:54