Penaberên ereb êrîşê ser penaberên kurd kir: 4 kesan canê xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li Yunanistanê li kampeke penaberan, komeke penaberên ereb ên Sûriye û Iraqê bi hesinan êrîşê ser penaberên kurd kir û di encamê de 4 penaberên kurd jiyana xwe ji dest da.
26.05.2018, Cts - 11:12
Penaberên ereb êrîşê ser penaberên kurd kir: 4 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyeke Rûdawê li welatê Yunanistanê li kampeke penaberan, di navbera penaberên kurd û ereb de pevçûnê rûda û komeke penaberên ereb ên ji Iraq û Sûriyeyê bi boriyên hesin êrîşê ser penaberên kurd ên ji Rojava kir.

Di wê nûçeya ku Rûdawê spartiye vîdeoyeke li ser medyaya civakî de hat detnîşankirin ku di encama êrîşa penaberên ereb de 4 penaberên kurd jiyana xwe ji dest da û çend penaberên kurd ên din jî birîndar bûne.

Hat parastin ku di dema êrîşa ereban a li ser kurdan de polîsên yunanî ti midaxeleyek nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:42:30