Rapora bijîşkî ya derbarê kujerê 3 welatiyên Kurd de hat eşkerekirin

Meha Berfanbarê ya sala borî welatiyekî Fransî li Navenda Çanda Kurd a li Parîsê teqe kiribû û sê welatiyên Kurd kuştibûn, bijîşkên derûniyê dibêjin, nexweşiya wî ya netemamiya kesayetiyê heye û bandora cudakariya navbera mirovan li ser wî heye.
03.03.2023, Cum - 07:30
Rapora bijîşkî ya derbarê kujerê 3 welatiyên Kurd de hat eşkerekirin
Nuçe Belav bike

Meha Berfanbarê ya sala borî welatiyekî Fransî li Navenda Çanda Kurd a li Parîsê teqe kiribû û sê welatiyên Kurd kuştibûn, derbarê wî kujerî de rapora bijîşkî hat belavkirin. Bijîşkên derûniyê dibêjin, nexweşiya wî ya netemamiya kesayetiyê heye û bandora cudakariya navbera mirovan li ser wî heye.

Li gor zanyariyên rojnameyeke Fransî, du bijîşkên derûnî pişkinînê bo William Malletê ku 3 welatiyên Kurd kuştibûn, kirine û derketiye holê ku nexweşiyeke wisa cidî ya eqlî ya Mallet tune ye ku hêjayî behskirinê be, lê netemamiya kesayetiya wî heye û bandora cudakariya navbera mirovan li ser wî heye.

Roja 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Evdirehman Kizil kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.

Her sê welatiyên ku canê xwe ji dest dane, ji Bakurê Kurdistanê ne. Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê William Mallet hatibû desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:04:22