Raportorê PA yê Tirkiyê derbarê Demîrtaş, Îmamoglu û Kavala de daxuyaniyek da

Raportorê Parlamentoya Ewropayê (PA) yê Tirkiyê got: “Em ji ber Ekrem Îmamoglu di nav metirsiyeke zêde de ne. Tirkiye derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de bo azadkirina Demirtaş û Kavala li ber xwe dide.”
21.12.2022, Çar - 10:19
Raportorê PA yê Tirkiyê derbarê Demîrtaş, Îmamoglu û Kavala de daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Raportorê Parlamentoya Ewropayê (PA) yê Tirkiyê Nacho Sanchez-Amor got: “Em ji ber Ekrem Îmamoglu di nav metirsiyeke zêde de ne. Tirkiye derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de bo azadkirina Demirtaş û Kavala li ber xwe dide.”

Nacho Sanchez-Amor piştî serdana Enqerê ku ligel berpirsên hikûmeta Tirkiyê û di nav de HDP ligel hejmarek serokên partiyên siyasî hevdîtin kiribûn, li Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê civîneke çapemeniyê saz kir û got: "Divê Tirkiye biryarên Dadgeha Ewropayê bi temamî piştguh neke."

Amor derbarê cezakirina Ekrem Îmamoglu de got: “Em wek geşedaneke gelekî metirsîdar dibînin. Muxatabên min bi giştî gotin, dê Dadgeha Bilind vê rewşê rast bike, lê dîsan jî metirsîdar e. Gotina `ehmeq` bo endamên Desteya Bilind a Hilbijartinê. Ev li Ewropayê her roj diqewime û bo me tiştekî gelekî asayî ye, bo siyasiyên Ewropî tiştekî basit e. Ne tawan e. Divê di demokrasiyan de azadiya raderbirînê hebe û tenê di rewşên giran û cidî de bê sînordarkirin. Yek jî ji ber pêş hilbijartinan e, ev mijareke din e. Hincet çi be, bila bibe hemû kesan got; peywendiya vê biryarê bi hilbijartinan ve heye. Eger derbarê HDPê de jî biryara girtinê bê dayîn, gelo piştî van biryaran ti şandeke çavdêriyê ya serbixwe ya navdewletî dê bê Tirkiyê û bikaribe bêje ev hilbijartin bi awayekî dadmend hatine kirin?”

Amor dibêje, dozên bi vî awayî li asta navdewletî zerareke zêde didin îmaja Tirkiyê. Amor derbarê cîbicîhnekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de rêxne li Tirkiyê girtin û got: “Tirkiye derbarê biryara Dadgeha Ewropayê ya bo azadkirina Selahattin Demirtaş û Osman Kavala li ber xwe dide. Divê Tirkiye biryarên Dadgeha Ewropayê bi temamî piştguh neke. Hêviya me ev e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:47