Êrlot: Firensa bi biryara Navnetewî 2254 û qunaxa veguhastina Siyasî pabend e

Wezîrê derve yê Firensa Can Mark Êrlot got: “welatê wî piştgiriya bizavên Netewên Yekbûyî dike ji bo çareseriyeke siyasî bi danûstandinan”, ji bo derdê miletê Sûrî yê ko derbasî sala şeşê bûye û hêj rêjîm di cenga xwe de dijî miletê Sûrî berdewam e bidawî bike.
05.04.2017, Çar - 07:41
Êrlot: Firensa bi biryara Navnetewî 2254 û qunaxa veguhastina Siyasî pabend e
Nuçe Belav bike

Wezîrê derve yê Firensa Can Mark Êrlot got: “welatê wî piştgiriya bizavên Netewên Yekbûyî dike ji bo çareseriyeke siyasî bi danûstandinan”, ji bo derdê miletê Sûrî yê ko derbasî sala şeşê bûye û hêj rêjîm di cenga xwe de dijî miletê Sûrî berdewam e bidawî bike.

Û li ser rola Esed di paşeroja welat de Can Mark Êrlot tekez kir ku welatê wî bi ruhê biryara navnetewî 2254 pabend e, ko têde li ser danûstandinan û qonaxa veguhastina siyasî axivîye.

Êrlot got ku amanc ji danûstandinan misogerkirina veguhastina siyasî ya rastyeqîne ye, û çakirinên destûrî û rêkxistina hilbijartinan û got: “gava dest bi jinûavakirinê û lihevhatinê û vegera penaberan bibe, pir dijware ko Firensa Esed li ser serê desthilatê li Sûriyê bibîne.”

Êrlot li gel civînên wezîrên derve yên Yekîtiyê li Loksimburg diyar kir ko welatê wî di serî de giringiyê dide pêvajoya mirovî ji bo çareserkirina kêşeya miletê Sûrî û Yemenî. Û wezîrê derve yê Firensa got ku gerek Parîs piştgiriya danûstandinên Cinêvê yê navbera Şanda Opozisyonê û Rêjîmê bi çavdêriya Netewên Yekbûyî bike, tevlî aloziyên ko tê re derbas dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:34:29