Rûsyayê careke din bi drona Îranî êrîş kire ser Ukraynayê

Rûsyayê careke din bi drona Îranî êrîş kire ser Ukraynayê û artêşa Ukraynayê jî xistina xwarê ya 16 dronên Îranî ragihand.
14.07.2023, Cum - 12:45
Rûsyayê careke din bi drona Îranî êrîş kire ser Ukraynayê
Nuçe Belav bike

Hêzên Asmanî yên Ukraynayê ragihand, artêşa Rûsyayê careke din bi bikaranîna dronên Îranî yên Şahid-136, êrîş kire ser çend navçeyên li başûrê Ukraynayê.

Herwiha eşkere kir ku hêzên wan bersiva dronên Rûsyayê dane û ji 17 dronan 16 dron xistine xwarê.

Ukrayna û welatên rojava Îranê bi alîkarîkirina Rûsyayê di şerê dijî Ukraynayê de tometbar dikin û hevpeymaniya NATO di daxuyaniya lûtkeya hevpeymaniyê de daxwaz ji Îranê kir bi ti awayî alîkariya Rûsyayê li dijî Ukraynayê neke.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 657 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:37:44