Şahjina Brîtanyayê Elizabeth koça dawî kir

Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.
09.09.2022, Cum - 05:06
Şahjina Brîtanyayê Elizabeth koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de koça dawî kir û kurê wê Charles Philip Arthur George bû Şah.

Koşka Buckinghamê îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an ragihand ku Şahjin Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.

Yekser piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem, kurê wê yê 73 salî Charles bû Şah.

Şahjin Elizabeth di dîroka Keyaniya Brîtanyayê de dema herî dirêj xizmet kir, ev demek e tenduristiya wê ne baş bû.

Charles Philip Arthur George, kurê mezin ê Şahjinê, di 73 saliya xwe de bû Şahê Brîtanya û 14 welatên din ên ku di nav de Awusturalya, Kanada û Zelanda Nû jî hene.

Îro piştî ku pizîşkên şahjinê daxuyaniyek li ser nebaşbûna tenduristiya wê de dan, hemû endamên malbatê vegeriyan Koşka Balmord a Skotlandê û di demên dawî de bi wê re bûn.

Navê Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem a tevahî Elizabeth Alexandra Marie ye. Ew di 21ê Nîsana 1926an de li Londonê ji dayik bû. Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem piştî mirina bavê xwe di sala 1952an de, di 6ê Sibata wê salê de bû Şahjina Keyaniya Yekbûyî.

Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem di 1947an de bi Şazade Philip re zewicî û çar zarokên wan hene. Navên wan Şazade Charles Philip, Andrew Philip, Anne Philip û Edward Philip in.

Şazade Philip di 10ê hezîrana 1921an de ji dayik bû û di 1947an de bi Şahjina Brîtanyayê Elizabeth re zewicî û di 9ê Nîsana 2021an de koça dawî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:32