Berî civîna lûtkeya NATOyê ya di 11-12ê Temûzê de li Litvanyayê roja Înê 6ê Hezîrana 2023an civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya di navbera Swêd, Fînlanda û Tirkiyê de, bi mazûvaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li baregeha sereke ya NATOyê li Brukselê hat saz kirin. Ev mekanîzma taybet e bo endamtiya Swêd û Fînlandayê ya di NATOyê de.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Serokê Saziya Îstibaratê Îbrahîm Kalin Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê û Balyoz Akîf Çagatay Kiliç û çend berpirsên din ên wî welatî beşdar bûn.
Piştî civîna sê alî ya Swêd, Fînland û Tirkiyê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg civîneke çapemeniyê saz kir.
Stoltenberg ragihand ew dê Dûşema bê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson civînekê pêk bîne û got, “Dibe ku heftiya bê derbarê Stokholmê de biryareke girîng bê dayîn.”
Jens Stoltenberg ameje bi wê yekê da ku Swêd nêzîkî endamtiya NATOyê ye û got, “Tişta girîng ew e em heftiya bê encameke erênî bidestbixin.”
Li gor zanyariyan di civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî de Tirkiyê glopa kesk bo endamtiya Swêdê ya di NATOyê de pênexistiye.
Amerîka û hevpeymanên NATOyê yên Rojava jî dixwazin endamtiya Swêdê ya bo NATOyê di lûtkeya wê hevpeymaniya leşkerî ya di 11-12ê Temûzê ya li paytexta Vîlnîûs a Lîtvanyayê de yekalî bibe. Lê Tirkiye bi hinceta “çalakiyên endam û rêveberên PKKê” yên li Swêdê astengiyan bo endamtiya wî welatiya di NATOyê de çêdike û ji wî welatî daxwaz dike ku di vî warî de rûbirûbûneke bi bandor bê kirin. Swêdê jî heta niha di warê yasayî de çend pêngav avêtine. Wek yekem pêngav jî bo cara yekem bi hinceta “komkirina alîkariyên darayî bo PKKê” welatiyekî 40 salî yê Bakurê Kurdistanê darizand û 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê dan wî û xwest ku ew welatiyê Kurdê Bakurê Kurdistanê bê dersînor kirin.