Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Fransa civiyan

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Parîsê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê pêşhatên rewşa aloz ya Rojhilata Navîn kirin gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya hewlên ji bo rêgirtin li berfirehbûna şer kirin.
04.11.2023, Cts - 08:36
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Fransa civiyan
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê li Parîsê bi Wezîrê Berevaniyê yê Fransa Sebastien Le Corneau re civiya.

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên leşkerî û ewlehî yên Fransayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir û amaje bi rola bibandor û qurbanîdana hêzên Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de kir. Herwiha sersaxî li malbatên leşkerên Fransî kir ku vê dawiyê di bûyerekê li Iraqê de canê xwe jidest dabûn.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniyê yê Fransa jî pêzanînên xwe ji bo rol û qurbanîdana Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê û şerê terorîstan de nîşan da. Herwiha tekezî li ser pabendbûn û berdewamiya piştevaniya serbazî ya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser amadebûna welatê xwe ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş di çarçoveya rêkeftina stratejîk a navbera Iraq û Fransa di warên leşkerî û ewlehiyê de kir.

Di hevdîtinê de ku Supasalarê Fransî û hijmareke berpirsên leşkerî amade bûn, her du aliyan pêşhatên dawî yên rewşa aloz li Rojhilata Navîn giftûgo kirin û tekezî li ser giringiya hewlên ji bo rêgirtina li berfirehkirina şer kirin, Herwer li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e Iraq û welatên navçeyê nebin beşek ji aloziyan.

Di mijareke din a hevdîtinê de, pêşveçûna hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, metirsiyên DAIŞê li ser aramî û ewlehiya Iraq û Sûriyê û çend mijarên din ên cihê du aliyan hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 431 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:39