Serokê muhalîf ya Îranî li Hollanda hat kuştin

Hat ragihandin ku Serokê Tevgera Têkoşîn a Rizgariya Ehwazê li dijî Îranê Ehmed Mewla li bajarê Lahey ê Hollandayê di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da.
09.11.2017, Per - 09:10
Serokê muhalîf ya Îranî li Hollanda hat kuştin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Navenda Ragihandin û Şêwirmendiya Stratejîk a Ehwazê Hesen Razî diyar kir ku Serokê Tevgera Têkoşîn a Rizgariya Ehwazê li dijî Îranê Ehmed Mewla îro li bajarê Lahey ê Hollandayê li ber deriyê mala xwe rastî sûîqestekê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Razî anî ziman ku Ehmed Mewl bi sê guleyan hatiye kuştin, ku yek li serê wî ketiye û du gule jî rastî dilê wî hatine û got, "Ev sûîqesteke siyasî ye. Ji ber ku qurbanî serokê Tevgera Têkoşîn a Erebî ye û ji aliyê Îranê ve doz lê hatibû vekirin."

Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Têkoşîn a Rizgariya Ehwazê, tevgereke Erebên li eyaleta Hûzistanê ya bi ser Îranê ve ye û li dijî Îranê şer dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:58