Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.
Erdhejê bandoreke mezin li parêzgehên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê kir. Di erdhejê de heta niha nêzikî 47 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter-Steinmeier îro êvarê li ber Deriyê Brandenburg ê Berlînê ji qurbaniyên Erdhejê çalakiyek li dar xist û tê de peyamek pêşkêş kir.
Piştî erdheja wêranker a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê, Serokê Federal Frank-Walter Steinmeier ji gelê Almanyayê xwest ku alîkariya demdirêj bike.
Steinmeier diyar kir ku li bakur-rojavayê Sûriyeyê gelek kes hê jî li benda alîkariyê ne.
Serokkomariya Almanyayê peyama Frank-Walter-Steinmeier bi Kurdî belav kir û tê de wiha dibêje:
“Eve bû nêzîkî du heftiyan, ko wê zemînheja pir bihêz navça tixûb û sînorê Tirkiyê û Sûriyê wêrankir. Dengûbasê ji bajarên wêranbûne tên, dihêlin hişê meriv bisekne û bêbawerîbe. Ew wênane di hişê mede çapbûn. Malwêraniya sedsalî!
Çi gotin nikarin wê wêraniyê wasf bikin. Bêtir ji 45.000 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi dehhezarên ku bi jiyana xwe ve ji kavlên xanî û warê xwe rizgarbûn, birîndarê laş û derûnên e. Hêjî hijmareke nanas dibin kavilan de windane. Û hêviya, wan zindî ji bin kavilan rizgar bikin gelek kêm e.
Gelek ji kesê zindî mane şok bûne û heyrî mane, nizanin wê çewa jiyan berdewam be. Nizanin wê sibê çewa be û çi çêbibe. Nizanin kî ji malbata wan hîna sax e. Li her deverê ku evê malwêranî lê rûdaye, mirov xemgînin û şîna mervê xwe dikin, şînê li ser diya xwe û bavê xwe, li ser keç û kurê xwe, li ser xwişk û biryê xwe dikin. Li her deverî meriv hene, ê mala xwe û hebûn û nebûna xwe winda kirin e. Hinek ji wan di bin çadir û konan de ne, hin jî li deverê arîkariya bilez de dijîn, hineke din jî, hê jî li bin ezmanê rût, li ber serma dijwar dijîn. Bê av û bê elektrîk, bê cilê germ û bê xwarin û vexwarin, herwiha bê arîkariya pizîşkî û tendirustî.
Xemgînî û şîn û heyîrîman gelek mezin e û ew netenê li wir wihaye! Li vê derê jî li walatê me jî gelek kes dijîn, ku meriv û hevalê xwe winda kirine.
Em îro êvarî tev li vir li Berlin hatine ba hev, ji boyî bihev ra bîranîna, qurbaniyên vê malwêraniya xopan û mezin, bikin.
Em bi hevre yek in di bîranîna bêdenga li ser miriyan. Em bi hevre yek in di xemgînî û şîn û êşê de. Hiş û gumanê me li ba wan zindiyên li devera malwêraniyê ne. Hiş û gumanê me li ba we ne li Adana, li Dîlokê (Entabê/ Gazîantep) li Ruhê û li Ûrfê. Herwiha li ba we ne li Malatiyê, li Maraşê li Idlib û li Helebê. Liba we hemiyan e, li Tirkiyê û li Sûriyê, li ba wan kesên go hêvî û daxwazê wan di bin kavilade man.
Em ji were dibêjin: Em êş û jan û pêwîstiya we dibînin. Em guhdariya dengê hewarê we dikin. Em we bitenê nahêlin!
Îro êvarî hiş û gumanê me li ba wan gelek mirovê welatê me de ye jî, ê meriv û hevalê wan li Tirkiyê û li Sûriyê hene. Hiş û gumanê me li ba hemû jin û zilaman, ên li vir, li Berlin û li hijmareke mezin li bajar û gund û bajarokê Almanya ne, ê go di van rojê bihurîde bi hêvî bûn û bi xembûn, duwa dikirin û digirîn. Hemû jî bêsûd bû!
Ez divêm îro ji we hemûwa re bêjim: Gelek kes li welatê me, beşdarî û pişkdariya êş û xemgîniya we dikin. Êşa we, êşa meye. Eva tragodiyeke! Wêne û rapor, devûçav û dengê ji devera zemînhejê gihişta gelek mirova liseranserî cîhanê û hesta wan hejand. Nexasima li welatê me, em pêleke amadekariya arîkariyê dibînin, dihêle ez spasiyê bikim.
Tîmên rizgarkirinê ji Almanya, li wê deverê, meriva ji bin axê derdixin û rizgar dikin, birîndara tîmar dikin û mirya bigor û binax dikin. Gelek kes (jin û zilamê) xwebexş û bêberamber arîkariya tîmê rizgariyê dikin di xebata wan de. Hinek xweser çûne devera malwêraniyê ji boyî bi destê xwe di kavilade arîkar bin. Li hemû deverê welatê me, mirov arîkariyê kom dikin û transporta arîkariyê rêdixin- çi li Kîta (baxçê zarokan) be, çi jî li xwendegehan, li nivîsgehan, li cihê kar, li komela û derê be. Gelek malbat guhê xwe didine kesê xemgîn û şînî, di ber dilê wan didin û ji wan re dibin stûna palê xwe bidnê. Û gelek amadene dost û merviê xwe ji devera zemînhejê li mala xwe bi cîhbikin.
Ez ji dilê xwe, spasî hemû mirovên arîkariyê dikin, dikim. Mirovahî û insanetiya we, ronahiyeke di van demên tarî de! Hesta we hêzê û hêviyê û baweriyê dide!
Li bakur rojavayî Sûriyê hê gelek mirov li benda arîkariyê ne. Baş e ku Hevgirtina Miletan vêga li wê deverê ye û go ji xwe re rêvedikin, ji boyî bigîjne kesê di bin ax û xaniyade mane û ku çarê xwe dikin, arîkariyê bibne wê devera, go pêwîstieke gelek pêheye. Ez îro jî bangewazê bi taybet li Rêbarê siyaseta Sûriyê dikim: Rê bidin go jin û zilamên arîkar bin, kare xweyê, jiboyî rizgarkirina jiyanê, bikin! Mafê çikesî û tukesî tine rê li arîkariya mirovahî bigre! Ji mere zelal e: Arîkariya me vêga ji mirovê li devera zemînhejê re pêwîste. Û dûre jî wê pêwîstiya wan bi arîkariya me hebe. Kî bibîne çend wêran û kavil bûye, ewê zanibe, ku wê demeke dirêj pêwîstbe, heta ew kesê zindî ji vê malwêranî xelasbûn e, bi berdewamî bê tiştê pêdewîst bêne careserkirin.
Tiştê go vêga ji me re pêwîst e, piştgêrî berdewam be. Hesta mirovahî her pêwîst e û wê ji wan re pêwîst be, ku wênê malwêraniyê li berçava nemînin û dengûbasne dine girin cihê wan bigrin. Herkes kare arîkar be, hin hindik û hin gelek. Hin bi kare praktîk, hin bê piştgirtina madî. Ya ji hemûyî girinttir ewe, em bikin. Em bihevre bikin. Almanya welatê me hemûwa ji we re amadeye!
Ez îro li vir im, em îro li vir in, ji boyî pêşanî hemû mervên pêwendîdarên vê malwêraniyê bidin: Em li tanişta we ne. Û emê li tenşta we bimînin.
Biz her zaman yanınızdayız.
Nabqa bi-janibikum.
Emê li cem we bin.”