Serokwezîrê Swêdê îro diçe Tirkiyê

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 7ê Mijdarê serdana Tirkiyê dike.
07.11.2022, Pts - 07:57
Serokwezîrê Swêdê îro diçe Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ragihand, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson 7-8ê Mijdarê serdana Tirkiye dike û 8ê Mijdarê roja Sêşemê di hevdîtinên fermi de li Enqerê dê peywendiyên Tirkiyê û Swêdê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Hewiha di hevdîtînê de, dê rêkeftina sêalî ya derbarê endamtiya NATOyê de, peywendiyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê û mijarên herêmî û cîhanî bên gotûbêjkirin.

Tirkiyê ji bo endamtiya NATOyê merc danîbûn pêşiya Finlanda û Swêdê û gotibû, ji bo ku ew bibin endamê NATO pêwîst e alîkariya xwe ji ser YPG û PYD qut bikin û ji Swêdê û Finlandê daxwaza radestkirina hejmarek Kurdên li her du welatan kiribûn.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom doh 6ê Mijdarê ragihand ku hikûmeta wan dê peywendiyê bi YPG û PYDê re neke û ew her du rêxistin weke rêxistinên PKKê bi nav kirin û diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re baştir bikin.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson piştî daxuyaniya Wezîrê Derve Tobias Billström a ji Radyoya Swêdê ku gotibû "Em dê xwe ji PYDê dûr bixin" li ser helwesta nû ya hikûmetê daxuyanî da.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got, "Divê em bi rêxistinên ev qas nêzîkî PKKê ne re peywendiyê nekin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:34:31