Serokwezîr Barzanî li Davosê bi Wezîra Derve ya Amerîkayê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li Davosê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya.
16.01.2024, Sal - 16:22
Serokwezîr Barzanî li Davosê bi Wezîra Derve ya Amerîkayê re civiya
Nuçe Belav bike

Di destpêka hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, ew bi tundirîn şêwe êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin, ku binpêkirina aşkere ya serweriya Iraqê ye. Wî hevxemiya welatê xwe ji ji malbatên qurbaniyên êrîşê re nîşan da.

Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka û Serokê Amerîkayê Joe Biden wan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, weke metirsiyeke cidî dibînin û dê hewlên pêwîst bidin ji bo parastina asayîş û aramiya Herêmê.

Wezîrê Derve yê Amerîka jî silav û pêzanînên xwe bo Serok Mesûd Barzanî hebû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir, ev êrîş bê bihane û ne rewa ne û divê civaka navdewletî êdî li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.

Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û dabînkirina mafên destûrî yên Herêmê mijareke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:50