Swêdê ji ber êrişa li Hewlêrê gazî berpirsekî Balyozxaneya Îranê kir

Wezareta Karên Derve ya Swêdê, bangî berpirsê Balyozxaneya Îranê ya Stokholmê kir û nerazîbûna xwe ji ber êrişa Îranê li Hewlêrê ragihand.
19.01.2024, Cum - 11:49
Swêdê ji ber êrişa li Hewlêrê gazî berpirsekî Balyozxaneya Îranê kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan nerazîbûna xwe ji ber bombebarankirina Hewlêrê gihand Îranê ku tê de 4 kes şehîd ketin.

Karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî xwediyê welatînameya Swêdê bû û 14 salan li wî welatî jiyabû.

Kurê wî yê mezin ku di êrişê de birîndar bûye li Swêdê ji dayîk bûye.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê ragihand ku sedemeke din a bangkirina dîplomatê Îranê ew e ku daxwazê ji rayedarên Îranê bike di demeke kurt de welatiyên Swêdî yên ku ji aliyê desthilata Îranê ve bê sedem hatine girtin, berdin.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşînê êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî canê xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jînayê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke temenê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xirab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşînê demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 717 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:43