Swêd: Danûstandinên bi Tirkiyê re dijwar bûn

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand, ji ber ku 3 parlamenterên Partiya Çep a wî welatî, ala PKKê bilind kirin, danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo emdabûna NATOyê dijwartir bûne.
29.08.2022, Pts - 05:31
Swêd: Danûstandinên bi Tirkiyê re dijwar bûn
Nuçe Belav bike

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde, ku li yekîneya leşkerî ya li Girava Gotlandê geriya, ji rojnameya Aftonbladetê re got ku Tirkiye yekane welat e ku bi rastî dikare proseya endamtiya Swêdê ya NATOyê rawestîne.

Ann Linde dibêje piştî ku parlemanterên Partiya Çep, havîna par alên PKKê bilind kirin, danûstandinên NATOyê yên bi Tirkiyê re dijwartir bûn û PKKê weke dijminê sereke yê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi nav dike.

Civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku di çarçoveya Peymana Sê alî ya ku Tirkiye, Fînland û Swêdê di Lûtkeya Bilind a Madrîdê ya NATOyê ya 28ê Hezîranê de îmze kiribûn, li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê 26ê Tebaxa 2022yan hatibû lidarxistin.

Derbarê wê civînê de Linde "Civîn diviyabû pêşî li Swêdê bihata kirin, lê ji ber hinek sedemêm pratîkî li n Fînlandayê hat pêkanîn. Di civînê de, xebatên ji bo cîbicîkirina peymana ku têkildarî hevkariya têkoşîna li dijî terorê ye, hatin nirxandin.”

Li ser pirsa, "Yanî Tirkiye hewl neda ku di pêvajoya NATOyê de hin berjewendiyan bi dest bixe?" Linde bi gotina “Ez nebû me, beşeke bi tişteke bi vî rengî” bersiv da.

Wezîra Derve ya Swêdê amaje bi wê yekê kir ku ew di wê baweriyê de ye eger Partiya Çep piştî hilbijartinan bihêztir bibe, dibe ku têkiliyên bi Amerîkayê re xirab bibin.

Parlamenterên Partiya Çep Daniel Riazat, Momodou Malcom Jallow û Lorena Delgado Varas di 7ê Tîrmehê de li bajarê Visby wêneyekî bi sembolên YPG û PKKê kişandin û li ser medyaya civakî parve kiribûn. Li ser vê yekê Andersson ev tevgera parlamenterên Partiya Çep şermezar kiribû.

Magdalena Andersen diyar ku ew dixwaze hikûmeta bê, bi Demokratên Swêdê re ava bike, ne bi Partiya Çep re ava bike ku bi gotina wê piştgirîya PKKê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:44