Swêd: Em nikarin bersiva daxwazên Tirkiyê bidin

Serokwezîrê Swêdê dibêje, Tirkiye ji meha Gulanê û vir ve rê li ber endambûna Swêd û Fînlandiyayê bo Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) digire û daxwazên wan hene ku Swêd nikare bi cih bîne.
09.01.2023, Pts - 07:56
Swêd: Em nikarin bersiva daxwazên Tirkiyê bidin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Swêdê Ulf Christersson duh roja yekşemê di konferansa berevanî û ewlehiyê ya ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg beşdar bû de got: "Tirkiye piştrast e ku me sozên xwe bi cih anî." Lê hin daxwaz hene ku em nikarin qebûl bikin û em naxwazin wan bicih bikin. Em bawerin Tirkiye dê biryara xwe bide, lê em nizanin kengê.Ew biryar girêdayî siyaseta navxweyî ya Tirkiyê ye.’’

Meha borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, Swêd gavên erênî avêtine, lê Enqere li benda gavên mezintir e ku dijberiya xwe ya li hember endambûna Swêdê di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur de vekişîne.

Heta niha parlementoyên Tirkiye û Macaristanê endamtiya Swêdê ya di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur de qebûl nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:49