Swêd koçberekî Kurd bi hinceta 'pêwendiya bi PKKê re' radestî Tirkiyê dike

Hat ragihandin ku Swêd dê penaberê Kurd ê bi navê Zinar Bozkurt bi hinceta "têkiliya bi PKK'ê re heye" hatibû desteserkirin radestî Tirkiyeyê bike.
19.08.2022, Cum - 15:02
Swêd koçberekî Kurd bi hinceta 'pêwendiya bi PKKê re' radestî Tirkiyê dike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Swêdî ETC'ê ragihand ku Zinar Bozkurt ê 26 salî ku bi hinceta"ji ber têkiliyên wî yên bi HDP'ê re hene li Tirkiyê rastî guvaşan dihat" li Swêdê serlêdana penaberiyê kiribû, ji bo dersînorkirinê hatiye desteserkirin.

Herwiha rojnameya Swêdî ya ku wek online weşanê dike diyar kir Bozkurt ê ku 8 sal berê li Swêdê serlêdana penaberiyê kiribû 6 meh berê serlêdana wî hatiye redkirin û di derbarê wî de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn.

Li aliyê din i gorî nûçeya ajansan, tê gotin ku Dezgeha Îstixbarata Swêdê (SEPO) Bozkurt "ji ber têkiliyên wî bi PKKê re hene" desteser kiriye û Bozkurt ji bo Swêdê wek “gefeke ewlehiyê” tê dîtin.

Di 11’ê Tebaxê de hatibû ragihandin ku Swêdê biryara radestkirina Okan Kale daye, ku Tirkiye ji ber sextekarîyê bi bultena sor lê digeriya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:42:16