Tirkiye ji Swêdê 42 kesan dixwaze ku 16 ji wan girêdayî PKKê ne

Radyoya Swêdê ragihand ku Tirkiyeya ku Swêd ji bo endamtiya NATOyê li benda îmzeya wê ye, hejmara kesên ku ji Stockholmê dihat xwestin ji 33an derxist 42an.
23.12.2022, Cum - 08:25
Tirkiye ji Swêdê 42 kesan dixwaze ku 16 ji wan girêdayî PKKê ne
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyê, piraniya kesên di lîsteyê de bi endamtiya rêxistinên ku li Tirkiyeyê weke “terorîst” tên dîtin tên tawanbarkirin.

Radyoyê da zanîn ku 16 kesên di lîsteyê de girêdayê PKKê ne, 12 kes girêdayî cemeate Fethullah Gulen û 7 kes girêdayê komên çep in û 7 kesên dawî jî bi tawanên cuda yên weke qaçaxçîtiyê hatine tohmetbarkirin.

Di nûçeyê de navê kesên ji aliyê Tirkiyê ve hatine xwestin nehatiye eşkerekirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Hamza Yalçin yek ji kesên Tirkiye dixwaze ye û cih da nêrînên Yalçin.

Yalçin der barê pêvajoyê de got “Ez xwe ewle nabînim. Piştî pêvajoya NATOyê her tişt pir zû guherî.

Radestkirina kesên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi terorê tên tawanbarkirin, yek ji şert û mercên sereke yên qebûlkirina endamtiya Swêdê bo NATOyê ye ji aliyê Enqereyê ve.

Ji bo erêkirina endamtiya welatên Skandînavyayê bo NATOyê, Enqereyê ji van welatan xwest ku "kesên bi terorê tên tawanbarkirin an jî beşdarî hewldana derbeya 2016an bûne radest bikin" û ambargoyên çekan ên li dijî Enqereyê bên rakirin.

Beriya civîna bilind a NATOyê ya li Madrîdê di 28ê Hezîranê de dest pê bike, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto, Serokwezîra Swêdê ya wê demê Magdalena Andersson û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg hevdîtinek pêk anîbûn.

Memoranduma sêalî ku destûrê dide Stockholm û Helsinkî ku bibin NATO hatibû îmzekirin, Erdogan gotibû “Swêdê soz da ku zêdetirî 70 kesên ku tevlî çalakiyên terorîstî bûne, radest bike.”

Lê roja Duşemê, Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina rojnamevan Bulent Keneş, ku ji aliyê Enqerê ve bi "lîstina rola" di hewla derbeya 2016an de hatiye tawanbarkirin, ji bo Tirkiyê bo qedexe kir.

Beriya niha jî Stockholmê radestkirina du kesên ku li Swêdê statûya penaberiyê standibûn rawestandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 571 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:56:24