Trump û Erdogan civiyan

Trump û Erdogan di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de pêwendiyên dualî, agirbesta Îran û Îsraîlê û mijarên cîhanî û herêmî gotûbêj kirin.
25.06.2025, Çar - 11:30
Trump û Erdogan civiyan
Nuçe Belav bike

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de doh li bajarê Laheyê yê Holendayê civiyan.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan û Trump di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê, mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj kirine.

Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku her du welat di serî de enerjî û veberhênanên di warên cuda de xwedî potansiyeleke mezin in û got:

"Bi taybetî bipêşxistina hevkariya di warê pîşesaziya parastinê de, dê gihiştina armanca asta 100 milyar dolarî ya bazirganiyê asantir bike."

Recep Tayyîp Erdogan her wiha piştgirî da agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ku bi hewlên Trump pêk hatiye û gotiye ku ew hêvîdar e ev agirbest daîmî be.

Serokomarê Tirkiyeyê tekezî li ser girîngiya bidawîanîna “trajediya mirovî” ya li Xezeyê û diyaloga nêzîk a ji bo çareseriya aştiyane ya şerê Rûsya û Ukraynayê kiriye.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku her du serokan wekî du hevpeymanên NATOyê, bal kişandiye ser girîngiya gavên ku ji bo xurtkirina hêza parastinê ya hevpeymaniya NATOyê bên avêtin.

Piştî ku Trump cara duyem wekî Serokê Amerîkayê hatiye hilbijartin, ev yekemîn hevdîtina rûbirû ya serokên her du welatan e.

Erdogan di dema yekem a serokatiya Trump de, di salên 2017 û 2019an de du caran çûbû Koşka Spî.

 

Vî nûçeyê tevayî: 145 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:41