Wezîra Derve ya Almanyayê: Em nahêlin Rûsya cîhanê ber bi birçîtiyê ve bibe

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand: “Em weke welatên G7, nahêlin Rûsya ji ber vî şerê ku li dijî Ukraynayê dimeşîne, cîhanê rûbirûyî birçîtiyê bike.”
25.06.2022, Cts - 07:08
Wezîra Derve ya Almanyayê: Em nahêlin Rûsya cîhanê ber bi birçîtiyê ve bibe
Nuçe Belav bike

Annalena Baerbock di civîneke çapemeniyê de ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken ragihand: “Peyama me weke welatên G7, zelal û eşkere ye. Em nahêlin Rûsya bi rêyê vî şerê ku derxistiye, cîhanê ber bi birçîtiyê ve bibe.”

Baerbock diyar kir, ew ligel Amerîkayê pêngavan diavêjin û got: “Em tevî dostên xwe yên navdewletî, bi hev re çavdêriya pêngavên Rûsyayê dikin, ku bi rêya derxistina qeyrana genim, hemû welatên cîhanê rûbirûyî neseqamgîriyê kiriye û li cîhanê bûye sedema bilindbûna bihayê xurekê.”

Wezîra Derve ya Almanyayê tekez kir, welatên xwediyê pîşesaziya bihêz, li dijî şerê Rûsya yê bi ser Ukraynayê de, berpirsyariyeke mezin dikeve stûyê wan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî dorpêça Rûsyayê ya li ser genim û berhemên xurekê yên Ukraynayê şermezar kir û got: “Ji bo dakokîkirina nirxên xwe yên hevbeş, em bûne yek. Em ji bo berevaniya mafên mirovan, demokrasî û yasayên navdewletî, bûne yek.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:21