Wezîrê Kurd Zehawî di kabîneya Brîtanyayê de 3 postan werdigire

Siyasetvanê bi esil Kurd ê Brîtanî û wezîrê berê yê darayî yê wî welatî, Nedîm Zehawî ji aliyê Serokwezîra Brîtanya Liz Truss ve sê postan werdigire ku yek ji wan Şêwirmendiya Doknişîna Lankaster e ku duyem posta bilind a di kabîneyê de ye.
07.09.2022, Çar - 09:15
Wezîrê Kurd Zehawî di kabîneya Brîtanyayê de 3 postan werdigire
Nuçe Belav bike

Serokwezîra nû ya Brîtanyayê lîsteya kabîneya xwe aşkere kir û di kabîneyê de siyasetvanê bi esil Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê sê postan werdigre.

Li gor nûçeya BBC, Nedîm Zehawî di kabîneya nû de sê post wergirtine; wek Şêwirmendê Doknişîna Lankaster (Lancaster) hatiye destnîşankirin ku ofîsa kabîneyê birêve dibe û piştî posta serokwezîrtiyê posta herî bilind di nav hikûmeta Brîtanya de ye, herwiha wek wezîrê wekheviyê û di heman demê de wezîrê têkiliyên navbera hikûmetan (herêmên Brîtanyayê) e.

Doknişîna Lankster cihê rêvebirin û îdarekirina hemû samanên taybet ên Şah an Şahjina Brîtanyayê ye.

Di çarçoveya posta şêwirmendê doknişîna Lankster de, Nedîm Zehawî dê van erkan cîbicî bike:

-Îdarekirina samanên taybet ên Desthilatdariya Şahîtiya Yekgirtî ya Brîtanyayê

-Dana şêwiran bi serokwezîr ji bo xêzkirina siyasetên hikûmetê û cîbicîkirina wan siyasetan

-Serokatîkirina civînên komîteyên hikûmetê

-Cîbicîkirina karên hikûmetê

-Serpireştîkirina komîte û tîmên taybet

-Serpireştîkirina kêmkirina bandorên derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit)

-Serpireştîkirina karûbarên destûrî

-Serpireştîkirina siyasetên ofîsa kabîneya hikûmetê.

Zehawî di Tîrmeha îsal de piştî ku Rishi Sunak wezîrê darayî yê kabîneya hikûmeta serokwezîrê berê Boris Johnson dest ji kar berda, bo dema du mehan posta wezareta darayiyê wergirtibû.

Berî wê, Zehawî Wezîrê Perwerdehiyê yê kabîneya Boris Johnson bû.

Zehawî yekemîn car di Îlona 2021an de piştî serkeftina di çavdêriya vaksînasyona Covid-19 de debrasî nav kabîneya hikûmeta Brîtanyayê bû.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya posta wezîrê wekheviyê de Nedîn Zehawî kar ji bo derxistina qanûnekê bo nehiştina wê çareseriyê bike ku hikûmetê ji bo kesên zayenda xwe diguherin dabîn dike. Boris Johnson beriya ku neçar bibe dest ji serokwezîriya welat berde, biryar dabû ku rê bi guherandina zayendê neyê dan.

Hilbijartina Zehawî wek wezîrê wekheviyê çend mehan piştî wê hat ku soz dabû “zarokan ji tiştên bê wate û ne hêja biparêze”, ku mebest ji wan tiştan, ew kampanya ne ku berevaniyê li mafên hevzayendan dikin. Ji ber wê yekê jî hevzayendên Brîtanyayê ditirsin ku hikûmet bi qanûnekê piştgiriya saziyên hikûmetê li mafê hevzayendan qedexe bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:03