Wezîrê Avusturyayê: Referanduma Tirkiyeyê welatekî perçebûyî çêkir

Wezîrê Derve ye Avusturyayê Sebastian Kurz di şîroveya xwe ya referanduma Tirkiyeyê de ragihand ku referandum welatekî perçebûyî çêkir.
17.04.2017, Pts - 06:00
Wezîrê Avusturyayê: Referanduma Tirkiyeyê welatekî perçebûyî çêkir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve ye Avusturyayê Sebastian Kurz ku di serdema kampanyeya referandumê de nedixwest siyasetmedarên Tirkiyeyê herin Avusturyayê di şîroveya xwe ya encamên ‘erê' de got: "Hevkariya welatên Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re di pêşerojê de wê rewşeke tevlîhevtir çêbike."

Sebastian Kurz li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê encamên referanduma Tirkiyeyê şîrove kir. Kurz di peyama xwe de got: "Li gorî encamên dawî yên referandumê welatekî perçebûyî hat çêkirin. Danûstandinê welatên Yekîtiya Ewropayê wê bi Tirkiyeyê re têkevin nava tevlîheviyê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1736 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:43:36