Wezîrê Derve yê Swêdê: PKK rêkxistineke teroristî ye

Wezîrê Derve yê Swêdê piştrastiyê dide ku Kurdên Swêdê dê parastî bin, ji bilî wan kesên bi PKKyê re kar dikin. Herwesa got, “PKK rêkxistineke teroristî ye”.
12.03.2024, Sal - 07:33
Wezîrê Derve yê Swêdê: PKK rêkxistineke teroristî ye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstorm, piştî ku Swêd bi awayekî fermî wekî endama NATOyê hat nasandin, bersiva peyamnêrê K24ê li ser rewşa Kurdan li wî welatî û daxwazên Tirkiyeyê ji bo girtin û vegerandina Kurdan dide û radigehîne, “PKK rêkxistineke teroristî ye û li ser astê navdewletî jî wekî terorist hatiye nasandin”.

Wezîrê Derve yê Swêdê herwesa got, “Di lûtkeya NATOyê de li Medrîdê, me bi hevpeymanên xwe re danûstandin li ser wê yekê kirin ka em dikarin çi bikin ji bo nehêlana gefên terorsitî yên PKKyê li ser Tirkiyeyê, me ew kar kiriye û Erdogan jî Havîna borî li lûtkeya NATOyê li Vilniyesê ev yek piştrast kiriye, em bi Tirkiyeyê re lihevkirineke ewlehiyê çê dikin ji bo ku em zêdetir kar li ser vê pirsê bikin”.

Tobias Billstorm amaje jî da, “Bê goman tev Kurd dikarin hest bi tenahiyê bikin. Tenê ew kesên bi PKKyê re kar dikin sedemek heye ku hest bi tenahiyê nekin. Ev jî karekî rast û guncayî ye”.

Piştî du salên danûstandinan, duh (Duşem, 11.03.2024) Swêd bi awayekî fermî dibe endama 32ê ya Rêkxistina Hevpeymaniya Bakurê Etlesî NATOyê. Par jî Finlanda bû endama NATOyê, û bi vî awayî tev welatên ku dikevin ser Deryaya Baltîkê - ji bilî Rûsyayê – niha endamên NATOyê ne.

Tevî ku Swêd û Finlanda ji ber peywendiya xwe ya bi Yekîtiya Ewropayê re ji aliyê serbazî ve nêzî Amerîkayê ne, lê ji aliyê dîrokî ve pê baştir bû ku ji wê hevpeymaniya serbazî dûr keftiban a ku li serdema şerê sar li dijî Yekîtiya Soviyetê hatibû pêkanîn.

Finlanda û Swêdê di yek demê de kandîdbûna xwe ji bo endambûna di hevpeymaniya NATOyê de li sala 2022ê ragehand, ev jî piştî destpêkirina êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:30