YE: Ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Rojava û Sûriyê hêsankarî dê were kirin

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hêsankarî dê were kirin ku rêxistinên alîkariyê pêwîst nake beriya gihandina alîkariyan, endamên Yekîtiya Ewropayê ji saziyên pêwendîdar ên navdewletî destûrê werbigrin.
24.02.2023, Cum - 05:54
YE: Ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Rojava û Sûriyê hêsankarî dê were kirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Encûmena Yekîtiya Ewropayê, sizayên li ser Sûriyê, gihandina alîkariyên xurek, derman û alavên bijîşkiyê li xwe nagire û ew siza, sîstema tendirustiyê ya Sûriyê armanc nake.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Encûmena Yekîtiya Ewropayê ji bo ku alîkariyên mirovî bilez bigihin ziyandîtiyan, biryar daye ku guhertinekê pêk bîne û bi vê guhertinê, endamên Yekîtiya Ewropayê pêwîst nake ku ji saziyên pêwendîdar ên navdewletî, ji bo gihandina kelûpel û xizmetên mirovî, destûrê werbigrin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ev guhertin ji bo dema şeş mehan hatiye pêkanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:36:48