Zarokekî Kurd li daristana Bulxaristanê canê xwe ji dest da

Zarokekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê li daristaneke Bulxaristanê canê xwe ji dest da.
29.11.2023, Çar - 06:26
Zarokekî Kurd li daristana Bulxaristanê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Zarokê Kurd Bîlal Heysem Bozan ê 15 salî, beriya du mehan ji gundê xwe Til Eranê, yê başûrêrojhilatê Helebê derket û xwest ku biçe Ewropayê.

Bîlal Heysem Bozan çûye parêzgeha Îdlibê û ji wir derbasî Tirkiyeyê bû.

Derdora mehekê Bîlal Heysem Bozan li bajarê Edirneyê dimîne û piştre derbasî Bulxaristanê dibe.

Lê ji ber berfê û sermayê û westanê dilê Bîlal Heysem Bozanê biçûk radiweste û Bîlal li daristanên Bulxaristanê canê xwe ji dest dide.

Piştî mirina Bîlal Heysem Bozan, termê wî vediguheze nexweşxaneyeke bajarê Xoskovê.

Malbata Bîlal Heysem Bozan daxwaza vegerandina termê wî ji Bulxaristanê dike lê ti rê li pêşiya wan nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:07