Belucistan: Di xwepêşandanên Zahidanê de bi dehan kes hatin kuştin

Di pevçûnên di navbera hêzên Supaya Pasdarên Îranê û xelkê bajarê Zahidan li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
01.10.2022, Cts - 07:57
Belucistan: Di xwepêşandanên Zahidanê de bi dehan kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Parêzgehên Sîstan û Belûcistanê ragihand, di encama şer û pevçûnên duhî Înê li bajarê Zahîdan de, 19 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanên wî bajarî dibêjin, herî kêm 58 kes bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê hatine kuştin.

Çalakvanên Belûcî didin zanîn, Berpirsê Îtîlaat (îstixbarat) a Supaya Pasdaran li Sîstan û Belûcistan û cîgirê wî bi guleyên çekdarên nenaskirî hatin kuştin û 3 endamên Supaya Pasdaran jî birîndar bûn.

Parêzgeha Sîstan û Belûcistan, yek ji 31 parêzgehên Îranê ye. Ew li başûrê rojhilatê Îranê li ser sînorên Pakistan û Efxanistanê ye. Paytexta wê jî bajarê Zahidan e.

Piştî bûyera kuştina keça kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emîn roja 16ê meha borî li Tehranê ku malbata wê dêbêje ew ji ber eşkencedana ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin, gelek karvedanên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandanan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 757 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:22