Birêveberê Nivîsîngeha Xamineyî: Me dê bersiveke tund û pirazar ji bo Israîlê hebe

Artêşa Pasdaran: Biryara bersivdana Israîlê yekalî bûye
01.11.2024, Cum - 10:33
Birêveberê Nivîsîngeha Xamineyî: Me dê bersiveke tund û pirazar ji bo Israîlê hebe
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê dibêje, “Bersivdana Îranê ji bo êrîşên Israîlê yekalî bûye û misoger e.” Birêveberê Nivîsîngeha Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê jî gefan dike ku, bersiveke tund didin Israîlê.

Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê Elî Fedewî îro (31.10.2024) got, “Ev zêdetirî 40 salan e ku Komara Îslamî ya Îranê çi dijminkarî bê bersiv nehêlane û me şiyan jî hene bi yekcarî û di yek operasyonê de hemî şiyan û hêza Israîlê bihingêvin.”

Elî Fedewî amaje jî da, “Israîlê wesa hizir kiriye ku bi kuştina Hesen Nesrula kariye serkeftinê li ser Hizbulahê bîne, lê serkirdeyên din kariye Hizbulahê ji caran bihêztir bikin.”

Herwesa Ajansa Tesnîmê ji zarê Mihemedê Gulpayganî ku Birêveberê Nivîsîngeha Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ye parve kiriye ku, êrîşa vê dawiyê ya Israîlê bo ser çend deverên axa Îranê wekî kiryareke bêhêvî binav kiriye û ragehandiye, Komara Îslamî ya Îranê dê bersiveke tund û pirzar ji bo Israîlê hebe.

Ji aliyekî din ve jî kanala CNNê ya Amerîkayî parve kiriye, “Îranê xwe amade kiriye ku bersiveke tund bide êrîşa vê dawiyê ya Israîlê.” Wê kanala Amerîkayî zanyarên xwe li ser navê çavkaniyeke taybet parve kirine û amaje daye ku, êrîşa Îranê bo ser Israîlê dê berî roja 05ê Mijdarê û birêveçûna hilbijartinên serokatiya Amerîkayê be.

Pêştir jî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehandibû ku, êrîşa Îranê bo ser Israîlê dûr nabînin û mimkin e Îran li van nêzîkan wê êrîşê bike.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:44:03