Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser gotûbêja li gel wezîrên karên derve yên Brîtanya, Almanya û Fransayê ya li Cenevreyê bi medyaya welatê xwe re axivî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got:
“Mijara gotûbêja me dê tenê li ser bernameya atomî û pirsgirêkên herêmî be.”
Ebas Eraqçî her wiha anî ziman:
“Îran li ser şiyanên mûşekî bi ti awayî ti gotûbêjan bi ti kesî re nake.
Îro guman nîne ku şiyanên mûşekî yên Îranê, şiyana bilind a parastina welêt e.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hêza Îranê ya mûşekan got:
“Ti caran mûşekên me ji bo êrişa li ser welatan nebûn lê ji bo parastinê bûn.
Îro ew mûşekên me parastina welêt dikin, ji ber vê gotûbêja li ser şiyanên mûşekî di ajandaya karên me de nîne.”
Şerê Îran û Îsraîlê di roja xwe ya 8an de ye û biryar e îro Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi wezîrên karên derve yên Ewropayê û berpirsên Yekîtiya Ewropayê kom bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy da zanîn:
“Îro ji bo bidawîanîna qeyrana berfireh a Rojhilata Navîn derfetek heye.”
Gotûbêja Wezîrê Karên Derve yê Îranê û welatên Ewropayê di demekê de ye ku çend dîplomat tînin ziman ku di 8 rojên şerê Îran û Îsraîlê de Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff û Ebas Eraqçî çend caran bi telefonê axivîne.
Ebas Eraqçî ragihandiye ku heta êrişên Îsraîlê neyên rawestandin ew dê bi Amerîkayê re dest bi gotûbêjan nekin.
Berdevka Koşka Spî da zanîn ku Donald Trump du hefte dem daye Îranê ji bo dan û stadinê û eger ser negire dê biryarekê din bide.